Dayikek 120 rojin li ber avahiya Ediliyê nobeta “edaletê” digire
Çalakiya nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a du kur û hevjînê xwe windakirî li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar dayî despêkirin di roja 120’an de dewam dike.
Riha - Li Pirsûsa Rihayê berî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, xizm û parêzvanên wî êrîşê endamên malbata Şenyaşar kiribûn û Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di wê bûyerê de winda kir û kurek wê jî di girtîgehê de ye li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû ji 9'ê Adarê ve li ber Edliyeya Rihayê di çalakiya nobeda "Edaletê" de ne û di roja 120’emîn de çalakiya xwe didomînin.
Merve Demîrel a ku bi KHK’ê ji kar hatibû avêti û li Rêya Yukselê ya Enqereyê tevlî çalakiyên "Em karê xwe dixwazin" bûbû tevî Fîlîz Ozçelîk a ku dayika wê Edîbe Ozçelîk di 21’ê Çileya 2020’an de li Samandaga Hatayê di serdegirtina malê de dilê wê sekinîbû, hat serdana malbatê. Merve di çalakiya nobetê de got: “Li ser qetlîamê 3 sal derbas bû. Em dizanin ev serdan hêzê dide malbatê. Em bang li hemû kesan dikin ku bila werin serdana malbatê û li daxwaza wan a edaletê guhdarî bikin.”
Fîlîz Ozçelîk jî diyar kir ku ew hefteyê 2 rojan li Parka Abdullah Comert û li pêşiya dadgehê Nobeta Edaletê digirin û wiha domand: “Têkoşîna me kete hefteya 71’an. Em ji hemû kesan edaletê dixwazin. Em hatin serdana berxwedana malbata Şenyaşar. Ez bawer im wê hemû gelê me di berxwedanê de bibin yek.”
Ferît Şenyaşar jî diyar kir ku têkoşîna wan a edaletê ketiye meha 4’an û got: “Tevî dayika xwe, em têkoşîna xwe didomînin. Em bi hevgirtinê li vir in. Ev hevgirtin roj bi roj mezin dibe. Ji bo hevgirtinê em bang li hemû kesan dikin.”