Dayikan daxwaza Sûriyeya ne navendî û demokratîk kirin

Dayikên navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo armancên Kembera Ereb a ku Rejîma Baasê li dijî gelê Kurd ferz kiribû nirxandin û gotin ku plana rejîma Baasê bi Kembera Ereb dixwest pêk bîne, negihîştiye serî.

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Kurdistan di 17'ê Gulana 1639'an de bi peymana Qesrî Şêrîn di navbera Osmanî û Sefewiyan de hat parçekirin û kirin du beş. Wekî yekem peyman li dijî gelê Kurd hat pêkanîn. Paşê peymana Sykes Picot li dijî Kurdistanê hat pêşxistin û polîtîkayên parçebûnê dan destpêkirin. Hikûmeta Şamê di 24'ê Hezîrana 1974'an de, fermandariya herêmê ya Partiya Baasê fermana pêkanîna projeya Kembera Ereb derxist.  

Çîrokê ji vir dest pê kir

Beriya avakirina Bendava Firatê di sala 1966'an de, di dema Konferansa Herêmî ya sêyemîn a Partiya Baasa Erebî ya Sosyalîst de dest pê kir. Di xala pêncemîn a pêşniyarên konferansê de ev hat gotin: "Ji nû ve nirxandina xwedîderketina li erdên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê, bi dirêjahiya 350 km. û kûrahiya 10-15 km. ku weke milkê dewletê tê hesibandin", Piştî vê pêşniyarê, hikûmeta Sûriyeyê dikaribû dest dayne ser qadeke çandiniyê ya ku ji 5 hezar û 250 kîlometre çargoşe pêk tê.

Kembera Ereb

"Kembera Erebî" têgehek e ku ji bo proseya desteserkirina erdên çandiniyê yên cotkarên Kurd li herêma Cizîrê ya niha, ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê û dayîna wan bo cotkarên Ereb ên ku ji Reqqayê hatine niştecihbûnê. Hikûmetê wê demê ew li seranserî Herêma Cizîrê û xeta sînorî ya Rojava-Bakurê Kurdistanê, bi cih kirin.

Dirêjahiya vê kemberê digihîje 275 kîlometreyan û kûrahiya wê 15 kîlometre ye. Li ser dirêjahî û kûrahiya wê hebûneke girseyî ya gelê Kurd, hebû. Rejîma Baasê li gorî rêjeya baranê, gelek rûbarên erdên çandiniyê dan "Mexmûriyan", bo malbatên li aliyê Dêrikê hatibûn bicihkirin 150 û li Serêkaniyê jî her malbatek 300 donim. Erebên "Mexmûrî" yan jî "Binavbûyî" ji şêniyên Deşta Firatê ku di sala 1974'an de, erdên wan bi ava bendava Firatê hatibûn binavkirin, tê gotin.

Yek ji mezintirîn siyasetên guhertina demografîk li dijî gelê Kurd ê li Sûriyeyê bû

Li gorî daneyên wê demê, zêdetirî 40 hezar malbatên Ereb ên mexmûrî, li gundên Kurdan hatin bicihkirin. Tevahiya rûbarên zeviyên çandiniyê yên ku dan malbatan zêdetirî sê milyon donim bûn û hemû mal û milkên Kurdan bûn. Hejmara gundên Kurdan ên ku ji projeya Kembera Ereb zirar dîtine gihîşt 335. Her wiha zirar gihîşt 150 hezar kesên Kurd jî.

Avakirina gundan

Hejmara gundên ku di çarçoveya projeya kembera ereb de li xeta sînorî hatine avakirin gihîşt 39. Ew jî li sînorên bajarê Qamişlo ku ji Tirbespiyê heya Amûdê 12, ji Dêrikê ku dikeve sêgoşeya Kurdistanê 12 û li Serêkaniyê 15 gund hatin avakirin.

Di payîza sala 1974'an de, hikûmeta Şamê kampeke demkî li nêzî Balafirgeha Navdewletî ya Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir. Malbatên Ereb ên ji Reqayê veguhestin wê kampê û ewlekariya li derdora cihê wan xurtir kir. Ji êrîşên muhtemel ên xwediyên zeviyên çandiniyê yên Kurd, bi tirs bûn. Piştre ji bo veguhestina wan mexmûriyan gund ava kirin. Operasyonên niştecihbûnê ango operasyonên qirkirina çandî û guhertina demografiya hebûna gelê Kurd di bihara 1975'an de bi dawî bûn.

Wê li ser gelê Kurd çavdêriyê bikin

Hikûmeta Şamê di wê serdemê de, di danasîna siyaseta guhertina demografîk û siyaseta nijadî de li ser Kurdan, xwe spart lêkolînekê. Ew lêkolîn ji aliyê Esferê Wezareta Hundirîn a Sûriyeyê Mihemed Teleb Hilal ve ku di 12'ê Mijdara 1963'an de bi navê "Lêkolînek li ser Herêma Cizîrê ji aliyê neteweyî, civakî û siyasî" ve amade kiribû.

Di lêkolîna Hîlal de pêşniyarek hat kirin ku "Divê li herêmên Kurd ên li ser sînor, pêkhateyên Ereb û neteweyî ji ber ku ew keleha pêşerojê ne û di heman demê de çavdêriyek in li ser Kurdan heta ku werin koçberkirin, bên bicihkirin." Her wiha li gorî plana hikûmetê valakirina Kurdan ji ser herêmên sînorî bû.

Careke din destdirêjiya erdên cotkarên Kurd kirin

Di sala 1982'an de, Erebên mexmûrî, bi hemahengî li gel efserên rejîma Sûriyeyê, dest danîn ser zeviyên çandiniyê yên ku li gundên Cîlka û Sermesaxê û Rejîma Sûriyeyê dîsa ji gundiyan girtin. Girtina wan ji ber vê bû ku qebûl nekirin erdê xwe radest bikin û li ser wê îmze bikin. Malbatên Kurd ên ku di encama desteserkirina duyemîn de zirar dîtin 155 malbat ê ku li deverên Alyan û Dêrikê bi cih bûbûn, her malbatekê jî nêzî 30 donimê wê hebûn.

Dayikên navçeya Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişlo ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê behsa Kembera Ereb kirin.

Ji devê dayikeke 66 salî Kembera Ereb

Buşra Elî Hesen a 66 salî ji gundê Bana Şikeftê ye, vegeriya 49 sal berê ku wê demê 17 salî bû çend kêliyên ji Kembera Ereb ku di bîra wê de hatiye çandin parve kir: "Tê bîra min, wê dema ku ez hîn ciwan bûm gotin ku rejîma Baasê biryarek derxistiye ku wê Kurdan ji erdê wan derxin û wan veguhezînin Çiyayê Kizwanan. A ku min fêm kiribû ew bû ku hewl didan destê gelê Kurd ji hev qut bikin, tevî ku sînor jî di navbera wan de dabûn avakirin. Gelek ji yekitiya gelê Kurd ditirsiyan, ji bo ku çênebe jî Kembera Ereb xistin meriyetê, Kurd ji ser axa wan rakirin û Erebên mexmûrî li ser erd û milkên wan bi cih kirin. Neheqiyek bû der heqê gelê Kurd de ku Kembera Ereb li ser erdê me ferz kirin."

Nêzîkatiyên rejîmê li dijî dayikên ku nerazîbûn nîşan dan û helwesta Kurdên bi rûmet

Buşra Elî Hesen da zanîn ku dayikên helwest nîşan dan bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû man û wiha pêl da gotinên xwe: "Kurd bi hêsanî bêyî berxwedanî axa xwe terk nakin, dayikan wê demê ji ber ku bi zimanê Erebî nizanibûn, bi Kurdî helwest û nerazîbûnên xwe didan nîşandan. Lê ew dayik û hemû kesên nerazîbûn nîşan dan hatin binçavkirin û xistin zindanan. Ne tenê ev tê bîra min, wê demê Kurdên Başûrê Kurdistanê helwestek bi rûmet nîşan dan û traktorên rejîmê anîbûn gundên me, birin. Li hemberî vê yekê rejîmê lawirên gund hemû kom kirin û birin û gotin yan wê traktorê me vegerînin, an jî em ê mal û milkên we hemû wêran bikin. Plana ku rejîma Baasê dixwest pêk bîne, negihîşt serî ku armanc jê xirakirina têkilî û tifaqên Kurd û Ereban bû."

‘Kurd û Ereb wekhev in'

Xana Hûseyin a 68 salî jî der barê girîngiya tifaqa di navbera Kurd û Ereban de wiha got: "Girîng e ku Hikûmeta Şamê Kurdan qebûl bike. Ger em bibin yek bêguman em ê bikaribin Sûriyeyê bi giştî biparêzin û ji nû ve ava bikin, pê re jî em ê Kurdistana azad û serbixwe ava bikin. Me berê jî gotiye û dîsa em bi bîr dixin; welatê me Kurdistan e, Kurd û Ereb wekhev in. Ji lewre em bi xwe nekin, ne Rûsya û ne jî tu hêz û welatên din wê bikaribin tiştekî bikin. Ew krîzê kûrtir dikin."

'Kurd li ser erdên xwe man'

Sûad Mustefa ji gundê Eyndîwarê ye, zirarên ku ji Kembera Ereb dîtine wiha anî ziman: "Herêma ku Kembera Ereb lê çêkirin, erd û milkên dapîr û bapîrên me Kurdan bûn. Kurdan wê demê li ser erdên beyar kevir, qoç û lat qulibandin û çandinî kirin û gundên xwe ava kirin. Wê demê tenê Eyndîwar hebû, warê axa, mîr û begên Kurdan bû. Êdî jiyana hevpar hatibû destpêkirin, bi Kurd û xirîstiyanên ku ji fermana Sêfo û Sêmêlê filitîbûn li Sûriyeyê di navbera netewan de jiyana hevpar hebû. Yek ji wan malbatên ku erdên wan hatine standin, malbata min bû ku zêdetirî 73 donim erdê me me cot kiribû, çandibû û bi dasan hatibû çinîn dan Ereban. Dîsa dema ku cotkarên Kurd erdên ku çûn li ser bi cih bûn paqij kirin û dîsa çandin, rejîma Baasê wan girt. Vê carê gir û newalên mayî dan Kurdan dîsa paqij kirin û lê bi cih bûn. Tenê ji bo ku li ser erdên xwe bimînin, dûr nekevin."

'Rejîmê li wan jî ferz kir!'

Sûad Mustefa got ku rejîma Baasê zext li wan jî kiribû û wiha doman: "Mixtarê gundê Bana Qesrê ji min re got ku rejîmê ji wan xwestiye mal û milkên xwe bar bikin û werin li war û erdên Kurdan bi cih bibin lê wan qebûl nekirine. Dapîr û bapîrên wan girtin xistin zindanê û bi zorê mal û milkên wan li Ereban bar kirin û anîn gundên Kurdan û gotin li vir malên xwe ava bikin. Ereban jî destdanîna ser erdên Kurdan qebûl nedikir lê rejîmê li wan ferz kiribû. Erebên ku hatin Kurd wekî mirovên ku mirovahiyê diparêzin û dilpakiya wan dan naskirin. Kurdan çûyîna Çiyayê Kizwanan jî ji xwe re qebûl nekir da ku tişta bi serê wan hatiye neyê serê kesên din. Ji ber ku plana rejîma Baasê fêm kiribûn Kurdan nexwest kuştin di navbera wan û Ereban de çêbibe."

'Çareserî Sûriyeya demokratîk a ji bo hemû pêkhateyan e'

Sûad Mustefa bal kişand ser hêzên hegemon û peymanên ku li dijî gelê Kurd hatin pêkanîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di peymana Qesra Şêrîn û peymanên din de gotin ku wê ne tenê Kurdistanê bikin çar parçe, wê bihêlin mêjiyê Kurdan bibe hezar parçe. Ji bo ku Kurd serî bitewînin û teslîmiyetê qebûl bikin. Kembera Ereb jî bi qasî peymana Qesra Şêrîn e. Gelê Kurd niha parçebûyîna Sûriyeyê napejirîne. Daxwaza me Sûriyeya ne navendî, ya demokratîk e ku hemû netew, ol û mezhebên wê bi hev re jiyana azad û wekhev bijîn."