Dayika Pakîstan Demîr: Yekane daxwaza min edalet e
Lêpirsîna der barê qetlîama Pakîstan Demir temam bû, dadgehê der barê kiryar Mehmet Oner de rapora cezayî ehliyet xwest. Xizmên kujer jî ji malbat re teklîfa "pereya xwînê" kirin, dayika Pakîstan Demîr jî got, " Yekane daxwaza min edaletê.”

MEDÎNE MAMEDOGLU
Mêrdin – Pakîstan Demîr a 34 salî di 16'ê Îlonê de li taxa gundewarî ya Zengan a girêdayî navçeya Kerkoran a Mêrdînê, ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû Mehmet Emîn Oner ê 36 salî ve li ber çavê du zarokên xwexwe hat qetilkirin. Di bûyerê de xebatkarê MARSU yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku xwest mudaxeleyî êrîşê bike jî birîndar bû. Kiryar Mehmet Emîn Oner piştî ji aliyê cendirmeyan ve hat binçavkirin hat girtin û wî şandin girtîgehê. Di îdianameya li ser bûyerê hat amadekirin de, der barê temambûn an jî ne temambûna derûniya aqîl yê kiryar Mehmet Oner rapora hat xwestin, danişîna ewil a lêpirsînê dê di 22'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê bê dîtin.
5 caran biryara durxistinê girt
Pakîstan Demîr a ku di tevahiya zewaca xwe ya 8 salan de rastî tundiya fîzîkî û derûnî hat, di vê pêvajoyê de gelek caran der barê Mehmet Oner de gilî kir. Pakîstan Demîr a gelek caran ji ber tundiya didît direviya û vedigeriya mala malbata xwe, der barê Mehmet Oner de doza hevberdanê vekir. Pakîstan Demîr di vê pêvajoyê de bi navbeynkariya xizmên xwe neçar ma ku dozê paş ve bikşîne. Pakîstan Demîr ku li mala xwe ya ji nû ve vegeriyabû rastî heman tundî û îşkenceyê hat, der barê Mehmet Oner de 5 caran “biryara dûrxistinê” girt û 2 caran serî jî li stargeha jinan da. Herî dawî Pakîstan Demîr, ji ber tundiya ku di dema ducaniya xwe de rastî hat, pitîka xwe ya 2 mehî winda kir.
Di bedena wê de 44 derbeyên amûra birînê hat tespît kirin
Hate hînbûn ku Pakîstan Demîr a ku îşkenceya hat jiyîn bi kesî re parvenekir, gelek caran ji malbata xwe re gotiye, "Ez ji bo zarokên xwe tehemûl van tiştan dikim.” Pakîstan Demîr piştî îşkeceyen dît roja 16’ê Îlonê, ji aliyê Mehmet Oner ve bi awayekî hovane hat qetilkirin. Di rapora otopsiyê ya Pakîstan Demîr a hat qetilkirin de hat tomarkirin ku “bi hestên cinawirî" hatiye qetilkirin û di bedena wê de “44 derbeyên amûra birînê hatiye dit” û dîsa di bedana wê de hejmarek zêde şkestin û reşayî hat tesbîtkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku 14 ji van derbên birîne kujerder e.
Ji bo kiryar Mehmet Oner rapora cezayî ehliyet hat xwestin
Lêpirsîna ku piştî bûyerê hat destpêkirin jî bi dawî bû. Di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê ve hat amadekirin û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Midyadê ve hat qebûlkirin de, hat xwestin kiryar Mehmet Oner bi îdiaya "bi qestî kuştina hevjîna xwe” bê cezakirin. Di îdianameyê de ku parastina kiryar, raporên otopsiyê û îfadeyên şahidan cih digre de, hat hînbûn ku der barê temambûn an ne temambûna derûniya kiryar Mehmet Oner de rapora cezayî ehliyet hatiye xwestin. Hate hînbûn ku rapora Mehmet Oner ê ku ji bo raporê anîn Amedê hêj li dosyayê nehatiye zêdekirin. Yekemîn danişîna doza ku îdianame hat qebûlkirin dê di 22'ê Kanûnê de li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê bê dîtin.
Ji malbatê re teklîfa pereya xwînê!
Li gorî agahiyên ku me beriya danişîna bê dîtin ji xizmên Pakîstan Demîr girtin, hat hînbûn ku piştî bûyerê demek kin malbata kiryar Mehmet Oner heyetek ku di navê de mela jî cih digre, şandiye gel malbata Pakîstan Demîr. Hate hînbûn ku heyeta ku ji bo îkna kirin malbatê hatiye şandin, hem ji bo paşve kişandina giliyê malbatê hem jî wek pereya xwînê 500 hezar TL pere teklîf kirine. Endamên malbatê yên ku pêvajoya hat jiyîn qebûl nekirin, diyar kirin ku yekane daxwaza wan edalet e, dayika Pakîstan Demîr Naîme Demîr a der barê mijarê de ji ajansa me re axivî, ji kiryar banga cezayên muebetê yê giran kir.
'Bila cezayê muebetê yê giran bigre’
Naîme Demîr der barê tiştên hat jiyîn de wih got: “Destûr nedida ku keça min derkeve derve an jî tiştekî din bike. Nedihişt ku ji bo raxistina cilan derbikeve balkonê jî. Me nizanibû ku bûyer ewqas cidî ye. Pakistanê tu caran tiştên dijiya ji me re negot. Çend caran hat malê, lê bavê û xizmên wî kiryar hatin û gotin 'Baweriya xwe bi me binîn, ji niha û pê de tiştek nabe' û keça min girtin û birin. Keça min bêyî sûcek wê hebe, bê sedem hat qetilkirin. Li ber çavên zarokên wê keça min qetilkirin. Yekane tişta ez dixwazim edalet e, bila wî mêrê re cezayê muebetê yê giran bidin. Bila heta ku ez sax bim, ev mêr li derva nefes negre. Keça min çi kişandibe bila ev jî heman tişt bijî.”