Dayîka Nîka Şakremî hate binçavkirin

Hate ragihandin ku dayîka Nîka Şakremî ya di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatî qetilkirin, Nesrîn Şakremî li bajarê Tehranê hate binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Xwişka Nîka Şakremî ya di Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatî qetilkirin, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal a Instagramê parvekirinek kir û diyarkir ku dayîka wê Nesrîn Şakremî duh danê êvarê li Tehranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye binçavkirin û heta niha sedema binçavkirin û tometa Nesrîn Şakremî nizanin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku dayîka Nika, Nesrîn Şakremî, beriya du hefteyan di peyamek vîdeoyêyî ku ji Radyoya Ferda re şandibû, ragihandibû ku li gorî belgeyên bijîjkî i, keça wê ji ber hinek derbên li serê wê ketiye jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha di meha Nîsana îsal de jî, BBC World ragihandibû, ku belgeyeke nepenî ji Îranê bi dest xistiye, ku tê de tê gotin Nika Şakremî piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye tecawîzkirin û piştre hatiye qetilkirin.

Di Îlona 2022’an de, Nika Şakremî ya 17 salî ku yek ji xwepêşanderên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû, li kolana Keşawerz a Tehranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat revandin û piştî 8 rojan cenazeyê wê radestî malbata wê kirin. Piştre malbata wê neçar ma ku cenazeyê Nîka Şakremî li gundek dûrî Xuremabad yê Loristanê veşêrin.