Dayîka Kurdên Xorasanê jiyana xwe ji dest da

Halîme Taghîpur ku wek dayîka Kurdên Xorasanê dihat nasîn, ji ber nexweşiya losemiyê ku bi salan dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Halîme Taghîpur, yek ji damezrênerên Akademiya Kanîmal a ku ji bo lêkolîna li ser dîrok û çanda Kurdên Xorasanê hatibû avakirin, roja 25’ê Îlonê ji ber nexweşiya losemiyê ku bi salan dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Halîme Taghîpur a ku 3 roj piştî vekirina akademiyê jiyana xwe ji dest da, ji bo çand û dîroka Kurdên Xorasanê zindî bihêle, jiyana xwe derbas kir.

Halîme Taghîpur tevî hevjînê xwe Kalîmullah Tohdî zêdeyî nîv sedsalê ye ku di vî warî de xebat û xizmetên giranbiha pêşkêş kirine û gelek pirtûk nivîsandine.

Halîme Taghîpur 3 sal berê bi armanca parastin û weşandina dîroka bi hezaran salan a Kurdên Xorasanê bingeha avakirina Akademiya Kanîmal avêt. Halîme Taghîpûr a ku li gundê Oghazê yê bajarê Şîrwanê yê Xorasana Bakur ku lê dijiya, Akademiya Kanîmal ava kir û hemû lêçûnên wê bi xwe da. Halîme Taghîpur 3 roj piştî vekirina akademiya ku bixwe damezrandibû, ji ber nexweşiya losemiyê jiyana xwe ji dest da.

Halîme Taghîpur ji aliyê xelkê Xorasanê ve wek dayîka Kurdên Xorasanê dihat naskirin.