Dayika Kubra Yazok: Yekane daxwaza min edaletê!

Dayika Kubra ya hat xwestin ji aliyê Mehmet Alî Yurt ê ku rastî tundiya bipergalî tê ve bê qetilkirin Kader Tuşek, diyar kir ji ber kiryar nehatiye girtin biryara parastinê girtine û bi van gotina banga edaletê kir: “Ez ê dev ji doza xwe bernedim.”

Amed- Kubra Yazok a 22 salî ku li navçeya Sûrê ya Amedê dijî, di 4'ê Tîrmehê de ji aliyê hevjinê xwe betê Mehmet Alî Yurt ê ku rastî tundiya bipergalî dihat ve, ji qata 4'an a mala xwe hat avêtin. Bûyera ku dihat xwestin weke 'întîxar' bê nîşandan, bi axaftina Kûbra Yazok a li beşa lênêrîna giran a "Alî min avêt” derket holê. Tedawiya Kubra li nexweşxaneyê dewam dike, kiryar Mehmet Alî Yurt ê ku der barê wî de biryara binçavkirinê hatiye dayîn hêj nehatiye girtin. Xizmên kiryar gef li Kubra û dayika wê dixon, malbatê bi hinceta ewlehiya jiyana wan nîne, ji nexweşxaneyê parastinê xwest.

Rastiyê bixwe eşkere kir!

Kubra Yazok a ku di tevahiya zewaca xwe ya 7 salan de rastî tundiya bipergalî hat, ji aliyê kiryar Mehmet Alî Yurt ve gelek caran hat xwestin bê qetilkirin. Li dijî tundiya dît, piştî 3 mehan di stargehekê de ma, ji Mehmet Ali Yûrt re hevberda. Kubra Yazok a piştî hevberdanê ji bo girtina 3 zarokên xwe doza vekir, di roja danişîna dozê de bi awayekî guman ji qata 4’emîn a mala xwe ya li Sûrê ket. Mehmet Alî Yurt ê di dema bûyerê de li malê bû, li qereqolê îfadeya wî hat girtin, hat berdan.

Kiryar hêj nehatiye girtin!

Kubra Yazok a ku piştî ket rakirin nexweşxaneyê, di organên wê yên hundirîn de xisareke cidî çêbû, di pişta wê de jî şikestin hat dîtin. Kubra Yazok a di dîmena ku piştî rakirin nexweşxaneyê ji aliyê xizmên wê ve hate kişandin de diyar dike bûyer ne întexar e, hewildana qetilkirin e, piştî ku ji beşa lênêrîna giran derket îfade da û der barê kiryar Mehmet Alî Yurt û bavê wî de gilî kir. Dayika Kader Tûşek a da zanîn ku kiryar hêj nehatiye girtin, banga edaletê kir û bal kişand ewlehiya jiyana wan nîne.

'Du rojan îşkence kirin û roja sêyemîn ji camê avêt’

Daxwaza girtina zarokên wê yên Kubra ya piştî ji beşa lênêrîna giran hat derxistin rewşa wê baştir bû berdewam dike, hat hînbûn ku piştî bûyerê 3 zarokên Kubra li gel malbata kiryar e. Kader Tûşek a li nexweşxaneyê li ber serê keça xwe nobedê digre, diyar kir ku yekane daxwaza wan edalet e û wiha got: “Gef li keça min xwarin û neçarî ji nû ve zewicandinê kirin. Beriya niha jî ev mêr çek li dijî keça min şikand û xwest qetil bike. Keça min ji roja zewicî vir ve rastî îşkenceyê hat. Ez dixwazim bavê wê jî bê girtin. Du rojan îşkence li keça min kir û roja sêyemîn ji camê avêt.”

'Divê demil dest kiryar were girtin’

Kader Tûşek, da zanîn ji aliyê xizmên kiryar ve rastî gef û tacizê tên û diyar kir ku bi hinceta ewlehiya jiyana wan tuneye ji box we û keça xwe biryara parastinê girt. Kader Tûşek dest nîşan kir dê di doza xwe de gavek jî paş ve navejê û wiha got: “Ev mêr hêj nehatiye girtin. Dozgerî dibêje lêgerîn berdewam dikin. Çi dibe bila bibe ez heta dawî dev ji doza xwe bernadim. Niha zarokên keça min jî li wir in, ezê wan ji vê malbatê bigirim. Ez vê rewşê qebûl nakim. Çi pêwîst dike bila were kirin, bila edalet pêk were. Pêwîste ev kes bên girtin.”