Dayika Jîna Emînî bertek nîşanî cezayê darvekirinê da

Dayika Jîna Emînî Mujgan Eftekharî jî bertek nîşanî cezayê darvekirinê yê li hunermendê kurd Tûmac Salîhî hatiye birîn da.

Navenda Nûçeyan – Li hunermendê repê Tûmac Salîhî yê ji Loristanê ku dema serhildana “Jin jiyan azadî” de ji aliyê pergala Îranê ve hate girtin di 24’ê nîsanê de cezayê darvekirinê lê hate birîn. Bertekên li dijî cezayê darvekirinê tên dayîn didomin. Piştî berteka ji nava welat û derveyî welat ên cezayên darvekirinê yê Salîhî şermezar dikin, dayika Jîna Emînî ya ji aliyê pergalê ve hate qetilkirin Mujgan Eftekharî jî li ser hesaba dîjîtal medyayê bertek nîşanî biryara darvekirinê da. 

Eftekharî, di parvekirina xwe de wiha got: “Jîna min dîsa nûçeyeke ku ez perîşan kirim derket. Destûr nedin ku dilê dayika Tûmac weke dilê min lê were. Destûr nedin ku dilê dayika Tûmac weke dilê min bixwîn bibe.”