Dayika du zarokan Leyla li Hemedanê hat qetilkirin

Dayika du zarokan Leyla Şekîba li bajarê Hemedanê ji aliyê mêrê pêre zewiciyî Behram Bextiyarî ve hat qetilkirin.

 
Navenda Nûçeyan- Dayika du zarokan Leyla Şekîba ya 39 salî li bajarê Hemedanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê mêrê pêre zewiciyî Behram Bextiyarî ve hat kuştin. Hat zanîn demek dirêje Leyla Şekîba şidet didît, ji ber kes pêre nebû alîkar û ji destê mêrê kujer rezgarnekir dawiyê hat qetilkirin.
Piştî bûyerê mêrê kurjer Behram Bextiyarî hat girtin.