Dayika Denîz Poyraz: Denîzek çû dê bi hezaran Denîz bên

Dayika Denîz Poyraz a di êrîşên ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin Fehîme Poyraz got: "Kesek nikare min bêdeng bike. Denîzek çû dê bi hezaran Denîz bên."

Dayika Denîz Poyraz a di êrîşên ser avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de hat qetilkirin Fehîme Poyraz got: "Kesek nikare min bêdeng bike. Denîzek çû dê bi hezaran Denîz  bên." 
Navenda Nûçeyan - Êrişkarê ku agir bi avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê xist, wezîfedara HDP'ê Denîz Poyraz qetil kir. Girseya ku li ber avahiyê kom bûn dirûşmên "Şehît namirin" berz kirin. Dayika Denîz jî di nav girseyê de cih girt. Dayika ku xwest biçe avahiya partiyê ji hêla polîsan ve hat astengkirin. 
Li dijî astengiyê dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz bertekên xwe bi dengekî bilind anî ziman û got: "Rê bidin me ez ê biçim hindûrê partiyê. Kesek nikare min bide sekinandin. Zaroka min kuştin. Çi mafê we heye ku hûn zaroka min qetil dikin. Bila xwedê jî we bikuje. Ez dayik im û mafê min ên axaftinê heye. Kesek nikare min bêdeng bike. Gelê kurd her tim li ser piya ne û dê li ser piyan bin. Denîzek çû, dê bi hezaran Denîzên din bên."