Dayika Aştiyê Xemê Akdogan jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Xemê Akdogan ku tevahiya emrê wê bi têkoşînê derbas bû, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.

Wan – Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Xemê Akdogan (85) ev 15 roj bûn Serîva Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil (YY) a Wanê dihat tedawîkirin. Xemê Akdogan îro di danê sibehê seat 04.00’an de jiyana xwe ji dest da.

Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Akdogan li Goristana Karşiyakayê hate definkirin. Taziyeya Akdogan li Mizgefta Merînos a Kolana Surmelî ya Taxa Xaçortê hate danîn. 

20 sal weke Dayika Aştiyê têkoşiya

Xemê Akdogan (85) ji ber zextên dewletê, di sala 1985’an de ji gundê Pîrosa yê Elkê ya Şirnexê koçî gundê Dotka yê Gever a Colemêrgê. Ji ber zêdebûna zextan, îcar jî Akdogan di sala 1997’an de koçî Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê kir. Dayika Xemê, di Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girt û têkoşîna xwe domand. Gelek zarok û neviyên wê di tev li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bûn. 

Akdogan, gelek caran hate binçavkirin, derbkirin û îşkence kirin. Akdogan, di hemû çalakiyên weke 8’ê Adarê û Newrozê de her tim li pêşiya her kesî bû.