Dayika Aştiyê Vesîle Çerî jiyana xwe ji dest da

Dayika Aştiyê Vesîle Çerî ya li Mêrdînê dijiya, jiyana xwe ji dest da.

Mêrdîn – Dayika 2 zarokan Dayika Aştiyê Vesîle Çerî ya li navçeya Artûklû ya Mêrdînê dijiya, jiyana xwe ji dest da. Dayik Çerî ku îro danê sibehê li mala xwe jiyana xwe ji dest da, li goristana Taxa Ofîsê ji aliyê xizmên xwe û hezkiriyên xwe ve hat definkirin. 

Ji bo Vesîle Çerî li gundê Mûsîkiyê şîn hat danîn.