Dayika Aştiyê Sîtî Kaya jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Sîtî Kaya ya kurê xwe Ercan Kaya di berxwedana Kobanê de winda kirî di nexweşxaneya lê dihat dermankirin de jiyana xwe ji dest da.
Stenbol - Sîtî Kaya ya 68 salî ya bi salan di nav têkoşîna azadiyê de cih digirtî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Sultanhamîd a Uskudara Stenbolê tedawî ditdît duh şev jiyana xwe ji dest da. 10 roj bû Sîtî li nexweşxanê ji ber nexweşiya şekir dihat tedawîkirin. Dê cenazeyê Sîtî li Goristana Ihlamukuyu ya Umraniyê ya Stenbolê bê definkirin.
Her wiha kurê Sîtiyê, Ercan Kaya (Gelhat Gabar) jî di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû.