Dayika Aştiyê rakirin nexweşxanê û cardin vegerandin nezaretxanê

Dayika Aştiyê Heyat Akdaş a duh li Nisêbûnê girtin binçavan di nezaretxanê de giranbû û rakirin nexweşxanê, di saetên şevê de cardin vegerandin nezaretxanê.

 
Navenda Nûçeyan – Duh li navend û navçeyên Mêrdînê di serdegirtinên malan de 11 jin jî di navê de 29 kes hatin binçavkirin. Ji jinên hatin binçavkirin rewşa Dayika Aştiyê Heyat Akdaş a 56 salî giranbû û rakirin nexweşxanê, di saetên şevê de cardin rakirin nezaretxanê. Hat zanîn ku nexweşiyên şekir û tansiyonê bi Dayika Haştiyê Heyat re hene û demek berî niha hatiye emelyatkirin.