Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk û kurê wê hatin definkirin

Dayika Aştiyê Perîşan Akçelîk û kurê wê ku ji bo ji bo îfade bidin dozgeriyê ji Colemêrgê çûbûn Wanê, di vegerê de ji ber qezayê jiyana xwe ji dest dabûn hatin definkirin.

Navenda Nûçeyan- Dayikên Aştiyê Adalet Safali û Perîşan Akçelîk ku der barê wan de lêpirsîn hatibû vekirin û kurê Adalet Cîhan Akçelîk, parêzer Erdal Safali jî bi wan re, ji bo îfade bidin ji Colemêrgê çûbûn Wanê di vegerê de qeza derbas kirin.

Adalet Safali, Perîşan Akçelîk û Cîhan Akçelîk ên di wesayîdê de bûn di qezayê de jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Erdal Safali yê ku bi giranî birîndar bûbû jî duh di saetên êvarê de sewqê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Herêma Wanê hat kirin. Adalet Safali duh di saetên êvarê de bi awayê girseyî li gundê Memkava hat definkirin.

Perîşan Akçelîk li ba zarokên xwe hat definkirin

Cenazeyên Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk jî îro danê sibehê ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatin girtin. Darbestên Perîşan Akçelîk û kurê wê Cîhan Akçelîk ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hatin rakirin û li gundê Şahê bi dirûşmên şehîd namirin hatin definkirin.

Perîşan Akçelîk, bi kurê xwe Cîhan Akçelîk re li ba zarokê xwe yê HPG’î Kajîn Akçelîk (Baz Mordem) ê ku di dema qedexeyên li Nisêbîn û Gever de jiyana xwe ji dest dabû û keça xwe ya endama YPS-JIN Evîn Akçelîk (Nûda Gever) hatin definkirin.

Parlamenterên Geverê yên Partiya Çepên Kesk Oznur Bartin, Wezîr Parlak, Onur Duşunmez, endamên Dayikên Aştiyê, endamên HDP’ê, rêveberên DBP’ê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî merasima cenaze bûn.