Dayika Aştiyê Muhteber Bor jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Muhteber Bor, ji ber qeyrana dil li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Navenda Nûçeyan - Li Taxa Bayirli ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Muhteber Bor a 67 salî qeyrana dil derbas kir. Muhteber rakirin nexweşxaneyê, lê belê li gel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê li Goristana Karşiyakayê hat veşartin.