Dayika Aştiyê Muhlîse Kina jiyana xwe ji dest da

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Muhlîse Kina, ji ber şewba koronayê demek bû li nexweşxanê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Êleh - Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Muhlîse Kina ya 55 salî ji ber şewba koronayê li nexweşxanê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da cenazeyê wê ji aliyê malbatê ve ji nexweşxaneyê hat girtin û li gundê Tilmis bi merasîmeke ku Dayikên Aştiyê û HDP'yî tevli bûn hat definkriin.