Dayika Aştiyê Hayriye Dogan jiyana xwe ji dest da

Ji situnên bingehîn ên têkoşîna Dayikên Aştiyê Hayriye Dogan a temenê xwe dayî têkoşîna lêgerîna hestiyên zarokên xwe yên winda ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.

Amed- Dayika Aştiyê Hayriye Dogan a 82 salî ku temenê xwe dayî têkoşîna ji bo dîtina hestiyê zarokên xwe ji ber nexweşîna penceşêrê vê sibehê li Amedê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê dayika Hayriye rakirin mizgefta Goristana Yenîkoyê. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê bi beşdariya dayikên aştiyê û hezkiriyên li Goristana Elîparê li gora bi destê xwe li kêleka gora lawê xwe Fahrettîn Dogan ê di sala 1997’an de jiyana xwe ji dest dabû kolandibû spartin axê. 
Ji bo dayika Hayriye wê li Mala Şînê ya Gola Gulê ya li navçeya Rezanê konê şînê were danîn.