Dayika Aştiyê Hanse Bulut hat girtin
Hanse Bulut a 65 salî û nexweşiya hipertansiyonê pêre ye girtin û birin Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê.
Îzmîr - Li semta Çimentepê ya Konaka Îzmîrê polîsan bi ser mala Dayika Aştiyê Hanse Bulut a 65 salî de girtin û ew girtin binçavan. Ji ber Hanse di qedexeya derketina kolanan a sala 2015’an li Nisêbîna Mêrdînê hatî îlankirin de ji mala xwe derneketiye di derbarê wê de bi hinceta “alîkariya rêxistinê kiriye” 2 sal ceza lê hatibû birîn. Dema cezayê wê hat erê kirin hat girtin.
Hanse Bulut a nexweşiya hipertansiyonê pêre ye birin Edliye ya Bayrakliyê, piştî xwendina biriyarê ji wê jî birin Girtîgeha Jinan a Girtî ya Şakran a Îzmîrê.