Dayika Aşitiyê Nezahat Teke beraat kir

Di danişîna biryara darazê de Nezahat Teke dayika Aşitiyê a ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" heta 15 salan cezayê hepsê lê dihat xwestin dadgeh biryara ku îfadeya şahidê veşartî têrê nake beraetê da.

MEDINA MAMEDOGLU

Amed- Li Tirkiyeyê ku roj bi roj zextên edlî û operasyonên siyasî zêde dibin, kesên ku ji bilî îfadeyên şahidên veşartî tu delîlên wan tune ne, tên cezakirin. Dayika Aşitiyê Nezahat Teke ku ji ber îfadeyên şahidên veşartî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê ye" lêpirsîn lê hat vekirin tenê yek ji kesên tên darizandin e. Sersaxiyên ku Nezahat Teke lê amade bû û îfadeyên der barê kurê wî Mazlum Teke yê di girtîgehê de ye jî sûc hatin dîtin. Dadgehê di dawiya dozê de bal kişand ku dema daxuyaniyên Nezahat Teke û daxuyaniyên çapemeniyê yên ku di çarçoveya azadiyê de cih girtiye nirxand, bal kişand ser wê yekê ku îfadeyên şahidên veşartî bi tena serê xwe nikare bibe bingeh û biryara beraetê da.

Her gavek dayika aştiyê sûc dihat hesibandin!

Der barê Nezahat Teke ku di sala 2021'an de li Amedê bi ser mala wê de hatibû binçavkirin û bi hinceta îfadeya şahidê veşartî yê bi navê kod "G11O55L44F47" doz hatibû vekirin. Di dozê de ji bo Nezahat Teke heta 15 salan ceza hate xwestin, hemû daxuyaniyên çapemeniyê yên ku Nezahat Teke beşdarî wan bûye û dirûşmeyên ku di vê heyamê de berz kirine, weke delîlên sûcdariyê di dosyayê de cih girtin. Hin sûcdariyên di dosyayê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê ye" wiha ne; “Beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye, beşdarî daxuyaniyên li ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan bû û 3 roj li pey hev çû sersaxiyê.

Dadgeh got:’Gotinên şahîdê weşartî tena sere xwe nayê esas girtin!' 

Di rûniştina li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de ji bo Nezahat Teke heta 15 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Dozgeriyê bi berdêl daxuyaniyên çapemeniyê yên ku tevlî bû û dirûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û " Bijî berxwadana Zindana " girtin, biryara beraatê da û diyar kir ku ti aliyê sûcdar nîne. Dadgehê daxuyanî û daxuyaniyên Nezahat Teke yên çapemeniyê weke çerçoveya azadiyê bi nav kir û bal kişand ser wê yekê ku îfadeyên şahidên weşartî bi tena serê xwe nayê esas girtin.