Dayika Ûveyş li Mexmûrê hat bibîranîn
Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi wesîleya 30’emîn salvegera wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan çalakiya bîranînê li dar xist.
Mexmûr - Meclisa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi wesîleya 30’emîn salvegera wefata dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan, duh çalakiya bîranînê li dar xist.
Çalakî li Saziya Malbatên Şehîdan hat lidarxistin û destpêkê ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin.
Piştî rêzgirtinê endama Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Îşlek axivî û got: “Dayika Ûveyş ji bo gelê Kurd pir bi nirx û wate ye, ji ber ku gelê Kurd hebûna xwe, ronahiya jiyana xwe bi dayika Ûveyş re afirandiye. Dayika Ûveyş di 11’ê Nîsana sala 1993’an de li Amarayê bi krîza dil jiyana xwe ji dest da. Rêber Apo hem ji bo dayika Ûveyş hem jî ji bo tevahî dayikan gelek nêrîn, nirxandin û hestên xwe tîne ziman.”
Piştî axaftinê li ser jiyana dayika Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ûveyş Ocalan, li sînevîzyonê hat temaşekirin û piştre bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.