Dayika Şerîfe a ku kurê wê hatibû îdamkirin piştgirî da Werîşe Muradî

Dayîka Ramîn Hisên ê di sala 2018'an de hat îdamkirin ji bo piştgirî bide çalakiya Werîşe Muradî, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir û got ku ew li gel Werîşe Muradî ye.

Navenda Nûçeyan- Piştgirî û piştevaniya ji bo çalakiya endama KJAR’ê Werîşe Muradî her ku diçe berfirehtir dibe. Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku Dayika Şerîfe Dayîka Ramîn Hisên Penahî ku di 8’ê Îlona 2018’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, piştevaniya xwe ji bo çalakiya Werîşe Muradî nîşanda.

Hate diyarkirin ku Dayika Şerîfe bi peyamekê wiha ragihandiye: “’Ji darvekirinê re na’ nerazîbûnek di cih deye. Em li dijî kuştina bi qest a Îranê radiwestin. Ez dixwazim keça min Werîşe Muradî dest ji greva xwe berde. Îro şoreşa jinan a ji bo azadiyê pêwîstî bi jinên bihêz ên weke wê hene. Divê em bi hev re vê rêyê bimeşînin.”

Dayîka Ramîn Hisên herî dawî wiha got: “Ez bi dil û can piştgiriya we dikim. Roja pênçşemê li gel têkoşerên sivîl ên Rojhilatê Kurdistanê, li kêleka keça xwe Werîşe Muradî dest bi grevê dikim.”