Dayîk û zaroka wê ya ku tê îdeakirin ji qata 6’an ketiye jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Semîre Akturk û zaroka wê ya xwedî pêwîstiyên taybet ku ji qata 6'an ketin xwarê jiyana xwe ji dest dan û zaroka din jî bi giranî birîndar bû.

Navenda Nûçeyan- Welatiya bi navê Semîre Akturk (33) ku li Taxa Ataturkê ya Qoser a Mêrdînê dijiya, tevî 2 zarokên xwe yên keç ji qata 6’an kete xwarê. Li gorî îdiayan; Semîre Akturk dît ku keça wê ya 6 salî S.A. xwe di paceyê de sernişîv dikir. Dema keça wê ya 5 salî H.R. di hembêza wê de hewl da keça xwe xelas bike û tevî her du zarokên xwe ji qata 6’an ketiye xwarê.

Piştî agahdarkirina welatiyên derdorê, li cihê bûyerê komên tenduristiyê û polîs hatin sewqkirin. Ambulansa çûye cihê bûyerê dayik û zarokên wê rakir nexweşxaneyê. Semîre Akturk û keça wê H.R. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan û keça wê S.A. jî bi giranî birîndar bû.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.