Dayik ji bo pêşwaziya 4’ê Nîsanê şêraniyê amade dikin

Bi boneya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Dayikên Bajarê Hesekê her sal li hev kom dibin û şêraniyê çêdikin da ku di 4’Nîsanê de li gel belav bikin û kêfxweşya vê rojê bijîn.

RONÎDA HACî
Hesekê- Dayikên Bajarê Hesekê-Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê her sal bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev kom dibin û li ber strananşêraniyê ji bo pîrozbahiya vê rojê amade dikin.  
Dayika bi nav Xensa Paşo ya 54 salî li Taxa Kelasê a bajarê Hesekê dijî têkildarî xebata xwe ya her sal ji bo vê rojê dikin ev tişt got: ”Her sal beriya rojbûna Rêber Apo bi çend rojan ez û rêhevalên xwe li hev kom dibin û kulîça çêdikin, da di vê roja pîroz de li gel belav bikin. Berê dema me li gundan jiyan dikir me kulîçeyên xwe li ser tenûrê çêdikirin, lê niha em dixin firinê de. Di şahiya ji bo 4’ê Nîsanê were pîroz kirin, em ê kulîçeyên xwe li wir belav bikin. Em bi hêvîne ev sala azadiya fizîkî a Rêberê Apo be,  wê demê em ê şêraniyê bi keda destê xwe çêkin û bikin cejna azadiyê.”
Amadekariyên 4’ê Nîsanê 
Hediya Mihemde ya 58 salî li taxa Miftî a Bajra Hesekê dijî, da zanîn ku 4’ê Nîsanê ji bo jina Kurd roja Vejîn, hebûn û azadiyê ye û wiha pêde çû: ”Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe ya azad vîn, îrade û cesaret di dilê her jinekê de avakir. Di riya ramanên Rêberê Apo re me nasname, çand û dîroka xwe naskir, ji bo wê ev roj ji bo hemû jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê rojeke dîrokî  ye. Rêber Apo her tim fikir û nerînên girêdayî yekîtî û hezkirina gelan pêşkêş dikir, îro em encamên wê dijîn. Ev vîn ji bo hemû jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê çavkaniya têkoşînê ye. Dewleta Tirk her şahiyek me ya dîrokî nêz dibe îdiayên ne rast li ser Rêber Apo belav dike, dixwaze vîn û îsrara me ya têkoşînê têk bibe lê em mirovên bi rêxistinkirî ne em ê heya dawî li pey fikri û ramanê Rêberê xwe bin. Pêwist e jin li kuderê be rabe ser piyan û banga azadiya Rêber Ocalan bike, çawa wî banga azadiya jin kir û hişt jin li ser lingê xwe li hember zihniyeta mêrê serdest bisekine, îro pêwist e jin xwe bi rêxistin bike û li pey doza Rêbertî be. Îro kombûna me di vê malê de jî em kulîçeyan ji bo rojbûna Rêber Apo çêdikin, em ê hemû rojan bikin roja azadiya Rêber Apo.”
Fatma Paşo ya 56 salî ji taxa Kelasê ye, bi rêhevalên xwe re kom bûye alîkariya wan di çêkirina kulîçeyan de dike û wiha nêrîna xwe ji bo 4’ê Nîsanê anî ziman: ”Ez rojbûna Rêber Apo li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikim.  Her tim ez bi cil û bergên xwe ên kurdî ji malê derdikevim û berê xwe didim qada şahiyê. Di şahiya 4’ê Nîsanê de em ê kulîçeyên xwe li jin û zarokan belav bikin û bi banga azadiya Rêber Apo em ê şahiyê geş bikin. Rêber Apo rêberê me ye û ji bo azadiya wî em ê têbikoşin.”