Dayê Erzan li mala xwe ya lê hatî qetilkirin hat bîranîn

Dayê Erzan a di nava civaka Êzidî de weke alimekbû û bi nasnavê Dayê Pîrê dihat nasîn li mala xwe ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin hat bîranîn.

Şengal - Di nava van çolên heya çavê te dibine valhî û zerbûneke payîzî xwe lê dayî der de 3’ê Tebaxa 2014’an bi êş, qîje qîjên zarokan, rondikên ji rûyê toz girtî yê dayik û bavan tejî bû. Yek ji wan çîrokan jî, jiyana Dayê Erzan a nimûneyî û bûyera qetilkirina wê ye. Di çoleke bê kes de dîrokeke zindî ya xwe dispêre temeneke mezin xwediyê serpêhatî, parêzvaniya kevneşop, bawerî, roj û agirê gelek tewafa xwe pê tîne de çirokek bi êş û xembare. Dayê Erzan a ku di nava Civaka Êzidî de bi nasnavê Dayê Pîrê dihate nasîn beriya fermanê li mala xwe ya ser rêya navbera Nehiya Sinû û Komalgeha Digurê bi tena xwe dijiya. Pîra Êzidîxanê Dayê Erza jî di dema fermana 74’an de ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve hate qetil kirin. Weke yek ji bûyerê fermanê, qetlkirina dayika bi tena serê xwe dijîya di nava dil û mejiyê gele Êzidî de êşeke mezin da çêkirin. 
Navenda Ciwanên Sîba Şêx Xidir ji bo balê bikşînin ser kiriyarên DAÎŞ’ê yên li ser Êzdiyan bi merasimekê Dayê Pîrê bi bîranîn. li mala wê ya yek odeyî ku berî fermanê Dayê Pîrê têde dijiya û tê de hatî qetil kirin xêr hate belav kirin. 
Ciwana bi navê Samya Qasim di derbarê bîranîna Dayê Pîrê de got: “Weke ciwanên Siba Şêx Xidir em ji bo bîranîna Dayê Pîrê hatin vir. Dayê Pîrê ji hela tevahî Şengaliyan ve tê nasîn. Bi tena serê xwe di vê malê de jian dikir. Di dema fermanê de ji hela DAIŞ’ê ve hate qetil kirin. Em jî wek ciwan ji bo êşa fermanê neyê jibîrkirin û nedin ji bîrkirin li vir amadebûne. Ez bangawaziya xwe li tevahî ciwanê Êzidî dikim barê gele xwe rakin û ji bo pêşerojeke azad erk bigirin ser mile xwe.”