Daxwazên jinên Kabûlê yên 25'ê Mijdarê

Jinên Afganî ku di her firsendê de rejîma Talîban û pêkanînên wê şermezar dikin, bi boneya 25’ê Mijdarê rêze peyamên ku daxwazên xwe tinîn ziman weşandin.

Kabûl - Jinên Afganî bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî çalakî li dar xistin. Jinên ku bi komên biçûk peyamên ku daxwazên xwe tinîn ziman li ser kaxizê dinivîsînin û wêneyên wan li ser medyaya civakî parve dikin, bi daxwaza rawestandina zext, çewisandin û komkujiyan, banga hevgirtinê bi hev re mezin bikin dikin.
Jinên ku dirûşmên “Na ji jiyana di bin siya Talîbanê re” û “Na ji qetlîamên jinan re ” diqirin di peyamên xwe de ev daxwazên xwe anîn ziman:
“*Em dixwazin di nav Peymanên Neteweyên Yekbûyî û Mafên Mirovan de cih bigirin. 
*Em dixwazin qetlîamên li dijî aktîvîstên jin û parêzvanên mafên mirovan bên rawestandin.
*Em dixwazin Talîban dev ji qetilkirina mirovan a id bi navê Îslamê de berde.
*Em dixwazin alîkariyên civakî û aborî bên kirin û barê mirovên xizan bên sivikkirin.
*Em dixwazin şert û mercên me yên mirovahî, perwerde, kar û jiyanê bên misogerkirin.
*Em dixwazin pergala edalet û hiqûqî bê meşandin.
*Em ji parêzvanên mafên mirovan û jinan daxwaz dikin ku dengê me bilind bikin û piştgiriya wan dixwazin bikin."