Daxwaza vedana kon a Malbata Şenyaşar hat redkirin

Walîtiyê destûr neda daxwaza kon vedana ku malbata Şenyaşar dixwest ji ber mehên zivistanê li ber Edliyeya Rihayê vebike.

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin berdewam dike. 
Nobeta Edaletê ya di roja 287’emîn de, jî aliyê Ferît Şenyaşar hat berdewam kirin û dayika wî Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li mala xwe ya li Pirsûsê nobetê berdewam dike. 
Malbata Şenyaşar di 7'ê Kanûna 2021'an de ji Navenda Ragihandinê ya Serokomariyê (CIMER) re nivîsand û ji bo di mehên zivistanê de xwe ji sermayê biparêzin, daxwaza kon vedanê li qada bi navê ‘koşeya edaletê ya malbata Şenyaşar’te binavkirin, kiri bûn. Walîtiyê ev serlêdan red kir.
2911 hincet hat nîşandan 
Weke hinceta biryara walîtiye, madeya 22’yemîn a qanûna xwepêşandanên meş û civînê ya hejmara 2911 (li parqan, mabetan, avahiyên xizmeta gel û tesîsan de civîn nikare were lidarxistin û xwepêşandan nikare were pêkanîn) û di nav cihên ku Walîtiya Rihayê di 4’ê Sibata 2021’an de ji bo civîn û daxuyaniyên raya giştî re destûr daye, cih negirtina Dadgeha Rihayê hat nîşandan. 
Li ser medyaya civakî parve kirin 
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaa civakî ev peyam parve kir: “Van dozgerên ku bi wesayîtên xwe yên meqamî yên nû û modelên luks hene, her roj di ber me de û edliyê û derdikevin, ji tirsa nikarin wezîfeya xwe bikin. Mirovên xwedî wîjdan û bi rûmet êşa me aş dikin. Li ber Qesra Edaletê ya Rihayê di roja 287’emîn de têkoşîna me ya edaletê berdewam dike.”