Daxwaza rawestandina doza parlamenter hat redkirin

Di danişîna doza parlamentera Partiya Çepa Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan di dema ku rojnamevanî dikir de hatibû vekirin de daxwaza rawestandina darizandinê hat redkirin.

Amed- Xebatên parlamentera Partiya Çepa Kesk Ayşegul Dogan di dema rojnemevaniyê de weke belgeya sûc hatin dîtîn. Doza ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.

Di danişîna ku Ayşegul Dogan beşdar nebû de parêzerê wê amade bû. Parêzeran diyar kirin ku Ayşegul Dogan di hilbijartinên 14’ê Gulanê de weke parlamentera Şîrnexê ya Partiya Çepa Kesk hat hilbijartin û daxwaz kirin ku darizandin were rawestandin û tedbîra kontrola tiba edlî were rakirin. Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir û danişîn  taloqî 11’ê Kanûnê kir.

Ji Îstinafê hatibû vegerandin

Li Ayşegul Dogan a pêşkêşvana bernameya bi navê "Muzakereya Rojevê" dikir û koordînatora bernameyê ya ÎMC TV'yê ya sala 2016’an bi KHK'ê hat girtin bû, bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz lê hatibû vekirin. Ji ber vê dozê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Ayşegulê hatibû birîn lê ji aliyê dadgeha înstinafê hat xerakirin.