“Daxwaza me ewe ferman ji aliyê her kesê ve weke jenosayd bê nasîn”
Jinên Şengalê têkildarî pêşnûme biryara weke jenosayd nasîna fermana li ser Êzidiyan hatî kirin ku ji aliyê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Belçîkayê ve 1’ê Tîrmehê hatî qebûlkirin gotin: “Daxwaza me ewe ev fermana bi ser me de hatî ji aliyê tevahî cîhanê ve weke jenosayd bê nasîn.”
VİYAN SAİD
Şengal - Li ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de 7 sal derbas bû, lê hîna cihan li beramberî wê karesatê bêdenge. 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê li ser gelê Êzdî ferman rakirin, ji derveyî gorên komî û kesên bi şêweyên cûda hatine kûştin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û hîna piraniya wan di destê DAIŞ’ê de ne. Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamenta Belçîkayê, 1’ê Tîrmehê pêşnûme biryara li ser naskirina Qirkirina Êzidiyan a 3’ê Tebaxa 2014’an bi yekdengî qebûl kir. Parlamenteran ji hikumetê xwestin, sûcdarên qirkirinê bêceza nemîne, ji bo cezakirina wan hewceye her rê û rêbazên hiqûqî yên navneteweyî û hundirîn bêne bikaranîn. Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî xwestin fermana bi ser wan de hatî bi fermî weke jenosayd bê pejirandin.
Endama TAJÊ Emşê Şengalî têkirldarî mijarê got: “Me weke jinên Êzidî dît ku Belçika dereng be jî fermana bi serê me Êzidiyan hatî weke jenosayd pejirand. Di fermanê de bi hezaran keç, jin û zarokê me ketin destê DAIŞ’ê lê heya niha dewletan dengê xwe nekirine. Bi dehan gorên komî li warên me hene lê Hikumeta Iraqê li hemberî vê hertim xemsar û bê denge. Di fermanê de PDK û Iraqê em di nav destê DAIŞ’ê de hiştin, roja îro jî hevkare bi dewletên xêrnexwaz re û bi wan re siyaseta qirêj li ser me civaka Êizdî didin meşandin.”
“Iraq tenê di gotinê de me ji xwe dibine”
Emşê Şengalî balkişand ser politikayên Hukumeta Îraqê û wiha pêde çû: “Hikumeta Iraqê naxwaze em civaka Êzidî rabin ser piyan û daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber piştî fermanê û şunde me xwe bi rêxistin kir, me hêza xwe ji hebûna xwe ava kir, ji bo wê naxwazin em berxwedaniya xwe bikin. Em weke gele Êzidî heya dawî li diji vê bê mafiyêne, emê hertim berxwedaniya xwe dewam bikin û li pişta zarokên xwe bin. Ji ber rêya me mafdare, ji bo wê ye em her car serdikevin û emê li ser vê rêya xwe jî ji bo sibe rojên azad têbikoşin. Divê jenosayid ji aliyê hemû dewletan ve bê qebûl kirin. Ji ber me di fermanê de gelek zor û zehmeti kişand, em naxwezin careke din ev ferman bên serê me civaka Êzidî. Piştî me hêza xwe avakirî hikumeta Iraqê weke tiştek nebûyî niha tê xwe li nava Şengalê de belav dike. Em naxwezin kes parstina me bike, ji bilî zarokên me û hêza me. Heger em weke civaka Êzidî ne parçeyek ji Iraqê ne, emê ala Iraqê jî deyînin, ji ber li bin wê alê de bi firokên xwe êrişê zarokên me dike. Dema fermanê de her kesê pişta me berda û em di destê DAIŞ’ê de hiştin, bila Êzidî bê deng ne min in. Ji bo em karbin li ser axa xwe rêxstina bibin û parstina axa xwe bikin, ji ber fermana li ser me çêbûyî ne hêsan bû. Banga min ji hemû dewletên navnetewî re heye vê jenosayida Êzidîyan ya ji aliyê Belçika ve hatî qebûl kirin hemû bi hev re qebûl bikin.”
“Vegera Şengalê bersiva fermanê ye”
Jina bi navê Canê Şengalî jî got: “Dema ferman ser me civaka Êzidî de hat gelek zehmet û giran bû, ji ber keçên me zarokên me hemû hatin girtin û kuştin. Dema DAIŞ’ê ferman li ser me civaka Êzidî anî ji ji gelek dewletan di navê de hebûn û hatin qetliam li ser me çêkirin. 7 sal derbasbûn li ser fermanê re, kesî ji bo me Êzidîyan tiştek ne kiriye.Tenê ji aliyê Belçikayê ve piştî 7 salan ferman weke jenosayd hate dîtin, lê ev nebese divê hemû dewlet vê qebûl bikin. Divê gelê me yê kempan jî vegerin ser axa xwe ji ber vegera gel bersiv dayina dijmine. Dema ferman hatî serê me dewleta Tirk, Iraq û PDK hemû destek dan heya niha hikumeta Iraqê xwe li gorên me yên komî kirbû xwedî. Daxwaza min weke jinek Êzidî ji hemû Êzidîyên deveyî welat heye li kur dibe bila bibin divê ji bo fermîkirina Fermanê kar û xebat bidin meşandin.”