‘Daxwaza me ew e em dengê xwe bigihîjînin dengê girtiyan’

Dayika Gullu Daşçi ya girtî ku nexweşaya giran a dil, Leyla Daşçi banga berdena girtiyên nexweş kir û got: “Îro bi hezaran mirov di girtîgehê de ji bo jiyanê têdikoşin. Weke malbat daxwaza me ew e em deng bidin dengê girtiyan.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Sêrt- Pirgirêkên ku li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê tên jiyîn her roja diçe zêde dibin. Bi taybetî li girtîgehên tîpa S û R tecrîd her diçe kûrtir dibe, şert û mercên tedawiya girtiyên nexweş jî zehmet bûye. Li girtîgehên ku gelek binpêkirinên mafan tên jiyîn, girtî hem ji mafê xwe yê jiyanê û hem jî ji mafê xwe yê bingehîn bêpar in û bi hezaran girtiyên nexweş tevî nexweşiyên xwe yên giran jî nayên berdan.

Girtiya nexweş Gullu Daşçi ku diviyabû neqla dil bikira û bi salan e tedawiya wê berdewam dike yek ji wan girtiyan e. Di dilê Gullu de mezinbûn hatiye tesbîtkirin, nexweşiyên wê yên kronîk jî hene. Dayika wê Layla Daşçi ji bo berdana girtiyên nexweş bang kir.

Gullu Daşçi di sala 2016’an de piştî hat girtin, destpêkê li Merdînê û piştre li girtîgeha Amedê dimîne, di nava wan deman de nêzî 90 rojan di greva biçîbûnê de ma. Di dema greva birçîbûnê de xwîn diavêt û pirsgirêkên wê yên tendirustiyê çêbûn. Piştî demek kin di dilê Gullu Daşçi de mezinbûn hat tesbîtkirin. Gullu Daşçi dem bi dem jibîrçûn û bêhevsengiyê dijî. Hat zanîn ku divê neqla dil were kirin, ji ber nexweşiya xwe divê mehê carekê derzî lê were dayîn. Dem bi dem neçar dimîne biçe nexweşxaneya Enqereyê. Hat destnîşankirin ku Gullu ji ber nexweşiyê nikare xwarina girtîgehê bixwe, ji ber ku xwarinên li gorî nexweşiya wê tunene bi awayekî sîstematîk kîloyên wê kêm dibin. 

‘Em xwe li gorî herdu hevdîtinan diyar dikin’

Leyla Daşçi der barê rewşa dawî ya keça xwe de axivî diyar kir ku ji derveyî Gullu kurê wê Kasim Daşçi jî di girtîgehê de ye û wiha got: “Kurê min 5 sal ceza girt, ev 2 sal û 9 meh in di girtîgehê de ye. Keça min jî bi salan e di girtîgehê de ye, nêzî 3 salan jê re maye. Rojên hevdîtinê yên herduyan heman e. Em malbatê dabeş dikin û diçin herdu girtîgehan, bi wî awayî em diçin hevdîtinan. Ez bi hesreta herdu zarokên xwe dijîm lê belê serê min bilind e, serê zarokên min jî bilind e. Em naxwazin kesek ziyanê bibîne û êşa zarokên xwe bikşîne. Zarokên min bi awayekî bêmaf û derhiqûqî di girtîgehê de tên girtin.”

‘Pêwîstiya Gullu bi neqla dil heye’

Leyla Daşçi destnîşan kir ku keça wê nexweş e û nexweşiya wê her roja diçe giran dibe û wiha got: “Di vê pêvajoya girtîgehê de îşkence hem li me, hem jî li zarokên me tê kirin. Berê nexweşiyên Gullu tunebûn, di salên dawî de dilê wê mezin dibe, ji ber dilê xwe pirsgirêkan dijî. Dema xwarinên parêzê nexwe bêhnê nagire û zimanê wê dikeve gewriya wê. Dem bi dem hevsengiya xwe winda dike. Nikare jiyana xwe bi serê xwe berdewam bike. Her meh ji ber nexweşiya xwe derziyê lê didin. Tê tedawîkirin lê belê mayîna di girtîgehê de dê bibe sedema giranbûna nexweşiya wê. Ji derveyî derziyê dem bi dem ji bo tedawiyê diçe Enqereyê. Ji bo başbûna wê neqla dil pêwîst e. Dema ku di girtîgehê de bimîne wê nexweşiya wê girantir bibe, daxwaza me berdana wê ye.”

‘Dawî li îşkenceyê bînin!’

Leyla Daşçi bal kişand ser polîtîkayên zextê yên li girtîgehê û da zanîn ku ne tenê keça wê divê hemû girtiyên nexweş werin berdan. Ji bo girtiyên nexweş bang kir û destnîşan kir ku di kêliyên xwe yên dawî de tên berdan û ev jî li hemberî wan heqeratek mezin e û wiha got: “Em vê heqaretê qebûl nakin. Xweda heqê me ji van zaliman re nehêle. Îro bi hezaran mirov li girtîgehan ji bo jiyanê têdikoşin. Weke malbat daxwaza me ew e em deng bidin dengê girtiyan.”