Daxwaza jinên Misirî wekheviya zayendî ye

Jinên Misirî bal kişandin ser rol û beşdariya jinan a di partiyên siyasî de, diyar kirin ku li gorî berê beşdariya jinan a siyasetî baştir e loma divê di her warî de wekheviya zayendî hebe.

ASMA FATIHÎ

Qahîre – Zihniyeta mêr a ku li Misirê nahêle jin tevli siyasetê bibin, di gelek warên jiyanê de pêşî li jinan digre. Parêzer Cîhan Al-Falakî, li Qahîreyê di rêveberiya herêmî de dixebite. Ji pirsgirêkên cereyan û avê heta bermahiyên avêtî û ronîkirina kolanan bi lembeyan, di gelek projeyan de ji bo jinan xebitiye.

‘Xebatên partiyê di rêza duyem de ne’

Cîhan Al-Falakî der barê beşdariya jinan a siyasetê de axivî û got ku pirsgirêka herî mezin a ku jin di xebatan de rast tên dem e. Cîhan Al-Falakî got: “Gelek kes ji ber mercên aborî neçar dimînin di karên din de bixebitin loma xebatên wan ên partiyê dikevin rêza duyem. Bi taybetî jin, ji ber berpirsyariyên xwe yên malbatê nikarin bi rêkûpêk di bernameyên xebatan de cihê xwe bigrin. Divê beşdariya jinan a hilbijartinan li ber çavan were girtin.”

Cîhan Al-Falakî di axaftina xwe de balê dikşîne ser hilbijartinên baroyê û wiha dibêje: “Mînak hilbijartinên baroyê mirov çok dikirin û jineke ezeb bi ser ket. Hilbijartin di rastiyê de girêdayî zayendê bûn û dengdan ne li gorî jinan, li gorî mêran dihatin kirin. Astengkirina jinan ji bo baş beşdarî partiyan û hilbijartinan nebin girêdayî çanda civakî ye. Nêrîn û baweriyek wisa hebû ku digotin qey jin nikarin di mekanîzmayên biryarê û pozîsyonên pêşengiyê de cih bigrin.”

 

‘Beşdariya jinan a ji bo partiyên siyasî baştir e’

Parêzer Asmaa Hasaneîn Muhammad a di Şûraya Dewletê û Dadgeha Bilind de dixebite jî got ku li gorî berê beşdariya jinan a partiyên siyasî baştir e û got: “Salên berê cihgirtina jinan a partiyên siyasî li Misirê nedihat pejirandin. Ez dikarim bibêjim ku ev yek guheriye. Êdî hebûn û bandora jinan di partiyên siyasî de baştir e. Ev jî yek ji encamên erênî yên ku jinan di xebatên qadan bi dest xestine ye.”

‘Divê wekhevî çêbibe’

Asma Hasaneîn bal kişand ku divê nûnertiya jinan a di siyasetê de were dîtin û wiha bi dawî kir: “Divê di hilbijartinan de wekheviya jin û mêr çêbibe. Wekheviya zayendî ne tenê di partiyên siyasî de, di rêxistinên civakî yên sivîl de, di saziyan û her warê jiyanê de divê hebe. Li gorî berê nêzîkahiya li jinan, hinek guheriye û jin êdî bi tecrubeyên xwe, xebatên xwe didomînin.”