Daxwaza dermankirinê ya Pexşan Ezîzî hat astengkirin

Hat diyarkirin ku rojnameger Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Êvînê girtî ye, ji ber vê sedema serêşeke dijwar xwestiye biçe cem doktor lê daxwaza wê ya dermankirinê hatiye astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Rojnameger Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê îdamê lê hatiye birîn, li Girtîgeha Evînê ya lê tê girtin pirsgirêkên tendirustî dijî. Hat zanîn ku daxwaza wê ya dermankirinê hatiye astengkirin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya dîjîtal a Pexşan Ezîzî hatiye dayîn de wiha hat gotin: “Pexşan Ezîzî rastî êşa giran a serêşê tê û malbata wê ji bo dermankirinê mesrefên bijîşk qebûl kirine Lê tevî vê yekê jî nehiştin biçe cem bijîjk."