Daxuyaniya 6 girtiyên jin ên li Îranê hatin berdan

6 girtiyên jin ên ji girtîgehên Îranê hatin berdan gotin: “Azadiya rast tenê dema ku hemû girtî bên berdan e. Divê hemû girtî bên berdan.”

Navenda Nûçeyan – 6 girtiyên jin ên ku ji girtîgehên Îranê hatin berdan, daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku  tenê azadî têrê nake û heta hemû girtî azad bibin ew ê têbikoşin.

Ji bo tevahî girtiyan banga serbest berdan hatkirin

Girtiyên ku serbest hatin berdan Nada Nacî, Amîna Zamanî, Sibîde Salarond, Leyla Mensûr, Nazîla Merûbîan û Saba Çardost daxuyaniya nivîskî wiha ye: “Girtiyên demdirêj jiyana girtiyên nexweş ên wekî Samana Asgarî, Elaha Mihemedî û Nîlufer Hamîdî dixe xeteriyê. Dîsa Sarunaz Ehmedî piştî ku hat berdan 6 sal ceza lê hat birîn. Me lêborîn nexwest. Em ji destpêkê ve bêguneh bûn. Ji ber vê yekê piştî biryarê em serbest hatin berdan, lê weke ku dihat xwestin me nekarî azadiya xwe bi dest bixin. Azadiya rast tenê dema ku hemû girtî bên berdan e. Bila hemû girtî serbest bên berdan.”