Darizandina jinên ji ber çalakiyên 25’ê Mijdarê hatibûn binçavkirin dest pê kir

Doza ku der barê 17 jinên di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Şîdetê re hatibûn binçavkirin û di navbera wan de rojnameger Zeynep Durgut jî hebû hatibû vekirin, hat paşvexistin.

Navenda Nûçeyan- Li Şirnexê bi wesîleya Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jinan re jinên ku xwestin daxuyaniyê bidin bi êrişa polîsan hatibûn binçavkirin û der barê wan de doz hatibû vekirin. Jinên ku nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeyneb Durgut jî di navbera wan de hebû, dest bi darizandina wan hatibû kirin.

Doza ku bi îdiaya “Li dijî zagonê civîn û beşdarbûna meşan tevî hişyariyê jî belavnebûn” hatibû vekirin, danişîna wê ya pêşîn li Dadgeha Asliye ya Şirnexê hat dîtin. Zeynep Durgut, Zîlan Yaman, Hatîce Uyar, Bedriye Katar, Ayşe Kulter, Bedriye Katar, ên dihatin darizandin tevli danişînê bûn Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA) Punto 24, Komeleya Rojnamegeran a Dîcleyê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin (MKGD) beşdarî danişînê bûn.

 ‘Em rastî şîdeta polîsan hatin’

Di danişîna ku bi tesbîtkirina nasnameyan dest pê kir de Ayşe Kultur bi Kurdî îfade da got ku wan mudaxeleyê polîsan nekirine, polîsan mudaxeleyê wan kirine. Hatice Uyar jî diyar kir ku ew rastî şîdeta polîsan hatine, Zîlan Yaman jî got: “Me ji polîsan re got ku em dixwazin biçin avahiya partiyê ya bajar. Tevî ku qebûl kirin em ber bi avahiyê ve bimeşin jî, xwestin pankartê ji me bigrin. Dema ku me destûr neda ji me bigrin jî şîdetê li me kirin.”

Herî dawî jî nûçegiyana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut axivî û got ku di roja 25’ê Mijdarê de ne tenê li Tirkiyeyê, li her derê cîhanê jin li dijî şîdeta mêran derdikevin kolanan û got: “Wê rojê ez jî weke rojnameger li cihê daxuyaniyê bûm. Jin ji bo bertek nîşanî şîdeta mêran bidin kom bûbûn lê rastî şîdeta mêran hatin. Dibêjin qedexeya çalakî û kombûnê lê rojek beriya wê AKP’ê çalakî li dar xistibû. Di dema binçavkirinê de malzemeyên me yên teknîkî şikestin. Xwestin wênekîşê ji min bistînin lê min destûr neda. Tiliya hevala min a rojnameger Rozerîn Gultekîn di dema êrişê de şikest û malzemeyên hevalê me Omer Akin jî şikestin.”

Danişîn talûqê rojên pêş hat kirin

Parêzeran der barê muwekîlên xwe de beraet xwestin û diyar kirin ku piştî mutalayê dê paratinê bikin. Dozgeriyê jî daxwaz kir ku mijarên kêm ên di dosyayê de werin temamkirin. Dadgehê piştî ku biryara navberê da, biryar da ku yên di dosyayê de nehatine guhdarîkirin werin guhdarî kirin û danişînê talûqê 27’ê Hezîranê kir.