Danişîna Safiye Alagaş hat taloqkirin

Danişîna doza rojnamevan Safiye Alagaş ji ber sedema kêmaniyên di dosyayê de, hat taloqkirin.

Amed- Danaşîna 3’emîn a doza mudura Karên Nivîsan a ajansa JINNEWS'ê Safiye Alagaş bi îdiaya ‘endamtiya rêxistin’ hatibû vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.

Safiye Alagaş beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Safîya Alagaş Gulistan Ataş di danişînê de amade bû. Dozgeriyê û parêzer daxwaza temakirina kêmasiyan kirin.

Dadgehê di dosyayê de biryara temamkirina kêmasiyan da û danişîn taloqî 11'ê Hezîranê hat kirin.