Danişîna rojnamegeran hat taloqkirin
Danişîna doza rojnamegerên ku di sala 2022’an de li Amedê di çaroveya lêpirsîna der barê wan de hatibû vekirin bi operasyonê hatibûn binçavkirin û girtin, taloqî 15’ê Gulana 2025’an hat kirin.
Amed – Danişîna doza rojnamegerên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 16’ê Hezîrana 2022’yan de hatibûn girtin û piştî salek di girtîgehê de mabûn hatibûn berdan, hat dîtin.
Ji dosyaya ku 15 rojnameger 13 mehan girtî mabûn, bi giştî 20 rojnameger tên darizandin. Her 20 rojnameger jî bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” û serbest tên darizandin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin.
Rojameger Omer Çelîk, Mehmet Şahîn, Elîf Zîlan Ungur ku serbest dihatin darizandin tevli danişînê bûn. Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Selman Çîçek, endamên Weqfa Clooney a Zanîngeha Amsterdamê û rojnamegeran jî doz şopandin. Di heman demê de parêzerên rojnamegeran Resûl Tamur, Serdar Çelebî û Baha Oktay jî amade bûn.
Rojnamegerên tevli danişînê bûn anîn ziman ku tiştekî li îfadeyên xwe yên berê zêde bikin tune ye.
Parêzerê rojnamegeran Resûl Tamur mafê axaftinê girt û xwest ji bo materyalên dîjîtal ku di rûniştina berê de biryara îadekirinê hatibû dayîn, ji memûriyeta emanetan û şaxa TEM’ê re muzakere were nivîsandin. Resul Tamur, xwest ku tevahiya girtekên encamê yên têkildarî 9 biryarên lêgerîna edlî li dosyayê bên zêdekirin û tevdîra kontrola edlî ya derketina derveyî welat jî were rakirin.
Parêzerên din jî xwestin biryara qedexeya derketina derveyî welat were rakirin. Dozger jî xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê, biryara xwe da û xwest ku ji bo îadekirina materyalên dîjîtal muzekere were nivîsandin. Daxwaza ji bo rakirina qedexeya derketina derveyî welat jî red kir.
Danişîna dozê taloqî 15’ê Gulana 2025’an hat kirin.