Danişîna ewil a doza ‘Ava lîmonê’ hate taloqkirin

Danişîna ewil a doza ku der barê siyasetmedarên jin Ayla Akat Ata, Meryem Adîbellî, Dîlek Yagli, Pervîn Oduncu û Ayşe Yağci de bi hinceta ku li qawîşa xwe ava lîmonê çêkirine hatibû vekirin, hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan - Yekemîn danişîna doza der barê Ayla Akat Ata, Meryem Adîbellî, Dîlek Yaglî, Pervîn Oduncu û Ayşe Yağci yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin û di qawişa xwe de çêkirina ava lîmonê sûc hat hesibandin hate vekirin, hate dîtin.

Îdîanameya ku ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Rojava ya Enqereyê ve hatibû amadekirin, ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Rojava ya Enqereyê ve hatibû qebûlkirin. Yekemîn danişîna dozê ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Rojava ya Enqereyê ve hat dîtin. Danişîn ji ber li girtîgeha siyasetmedar lê ne bi SEGBÎS’ê têkilî nehate danîn, taloqî 20’ê Cotmehê hate kirin.