Danişîna endama KJAR'ê Werîşe Muradî hat taloqkirin

Danişîna endama KJAR'ê Werîşe Muradî ku li Îranê girtî ye, di 9'ê Nîsanê de ji ber amade nebûna dadwerê duyemîn ê dozê taloqî dozê hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku danişîna endama Komela Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Muradî ku di 9’ê Nîsanê de dê li Dadgeha Şoreşê ya Şaxa 15’emîn a Tehranê hatiba lidarxistin, ji ber amade nebûna dadgerê duyemîn ê li ser dozê disekine taloq bûye.

Werîşe Muradî ku li Girtîgeha Evînê girtî ye û parêzerên wê beşdarî dadgehê bûn. Endama KJAR'ê Werîşe Muradî ku di 1'ê Tebaxê de li bajarê Sine ji aliyê Mûhafizên Şoreşê ve hate revandin û piştî lêpirsîna 2 hefteyan hate girtin û şandin Girtîgeha Êvînê, bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" tê darizandin.

Hate hînbûn ku roj û saeta danişîna bê dê ji aliyê dadwerên li dozê dinêrin ve bê diyarkirin û Werîşe Muradî bê agahdarkirin.