Danişîna doza Weqfa Hîranûr hat taloqkirin

Danişîna doza derbarê Weqfa Hiranur ku destdirêjî li H.K.G. ya 6 salî di bin navê "zewacê" de hatibû kirin hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan – Keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlagayê Yûsûf Ziya Gumuşel a 6 salî H.K.G., di bin navê “zewacê” de bi “murîdê” Gumuşel ê bi navê Kadîr Îsteklî re bi rêya mehra olî hatibû  “zewicandin” û zarok rastî destdirêjiyê hatibû. Derheqê bûyerê de doz hatibû vekirin û cezayê di dozê de hatibû dayîn, ji hêla Dadgeha îstînafê ve hatibû betalkirin. Doz jinûve hat lidarxistin. Danişîna ewil a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Bersûc Kadîr Îsteklî û Yûsûf Ziya Gumuşel di danişînê de amade bûn. Dayik Fatima Gumuşel ku derheqê wê de biryara girtinê heye, ji ber ku hêj nehatiye girtin tev li danişînê nebû. 

Parêzerên bersûcan hincet nîşan dan û dadgehê jî danişîna dozê taloqî 10’ê Hezîranê kir. 

Çi bûbû?

Keça damezirînerê Weqfa Hîranûrê Yûsûf Ziya Gumuşel a bi navê H.K.G., hêj 6 salî bû ku bi yek ji murîdên weqfê Kadîr Îsteklî yê 29 salî re bi rêya mehra olî hate zewicandin. H.K.G, bi sala rastî êrîşa zayendî hat. Doz li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadoluyê hat lidarxistin û dadgehê di 23’yê Cotmeha 2023’an de li Kadîr Îsteklî 30 sal, li Yûsûf Ziya Gumuşel 20 sal û li dayik Fatima Gumuşel jî 16 sal û 8 meh cezayê girtigehê biribû. 

Piştî biryarê jî dosya biribûn îstînafê. Dadgeha îstînafê bi daxwaza ku cezayê hatiye birîn bê zêdekirin, biryar betal kiribû.