Danişîna rojnamevan Pelîn Ozkaptan hat taloqkirin
Danişîna doza rojnamevan Pelîn Ozkaptan hat dîtin. Danişîna dozê ji bo amadekirina mutalaayê hat taloqkirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/02/20240222-690x390cc-ist-22-02-2024-pelin-ozkaptan-durusmasi-ertelendi-jpeg2bf268-image.jpg)
Stenbol- Yekemîn danişîna doza rojnamevan Pelîn Ozkaptan ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat dîtin. Pelîn Ozkaptan û parezera xwe ya endama Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Emîne Ozhasar di danişînê de amade bûn.
Danişînê piştî diyarkirina nasnameyan dest pê kir û tevî Pelîn Ozkaptan, parêzera wê Emîne Ozhasar jî parastin kir. Pelîn Ozkaptan a ku ji ber nûçeyên amade kirine tê darizandin destnîşan kir ku rojnamevanî û nûçeyên ku wê çêkirine nabin mijara ‘sûcdarkirinê.’
Danaşîn taloq bû
Şandeya dadgehê xwest dozger mutalaayê ji nû ve amade bike û danişîn taloqî 28’ê Gulanê kir.