Danişîna rojnamevan Pelîn Ozkaptan hat taloqkirin

Danişîna doza rojnamevan Pelîn Ozkaptan hat dîtin. Danişîna dozê ji bo amadekirina mutalaayê hat taloqkirin.

Stenbol- Yekemîn danişîna doza rojnamevan Pelîn Ozkaptan ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat dîtin. Pelîn Ozkaptan û parezera xwe ya endama Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) Emîne Ozhasar di danişînê de amade bûn.

Danişînê piştî diyarkirina nasnameyan dest pê kir û tevî Pelîn Ozkaptan, parêzera wê Emîne Ozhasar jî parastin kir. Pelîn Ozkaptan a ku ji ber nûçeyên amade kirine tê darizandin destnîşan kir ku rojnamevanî û nûçeyên ku wê çêkirine nabin mijara  ‘sûcdarkirinê.’

Danaşîn taloq bû

Şandeya dadgehê xwest dozger mutalaayê ji nû ve amade bike û danişîn taloqî 28’ê Gulanê kir.