Danişîna doza Rifqa Charnî ya li Tûnisê hatibû qetilkirin hat dîtin

Li Tûnisê di danişîna duyemîn a doza Rifqa Charnî ya ji aliyê hevjînê xwe yê polîs ve hatibû qetilkirin de dadgehê bi hinceta “mahremiyeta parastinê” biryar da ku dosya ji Dozgeriya Komarê re were şandin.

Tûnis – Rifqa Charnî ya ji Tûnisê di 9’ê Gulana 2021’ê de ji aliyê hevjînê xwe yê polîs ve hatibû qetilkirin û di encama têkoşîna jinan de piştî du salan doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya li bajarê El Kef hat dîtin û gelek jin tevli danişînê bûn.

Dadgehê bi hinceta “Parastina mahremiyetê” biryar da ku dosyayê sewqê Dozgeriya Komarê bike. Jinan ji ber sewqkirina dosyayê ya ji bo Dadgeha Leşkerî bertek nîşan dan û bal kişandin ku ji ber bersûc xwedî paye ye tê parastin.

Rifqa Charnî bi zanebûn hat qetilkirin

Endama Komeleya Dengê Jinan Îsra Muntaser piştî danişînî axivî û got: “Jinek bi zanebûn hatiye qetilkirin lê pêvajoya dozê dibe ku vê rastiyê bi sînor bike.” Îsra Muntaser bal kişand ku benda 58 a Zagona Têkoşîna bi Şîdeta li dijî Jinan re nayê pêkanîn, wezaret ji bo vê butçe venaqetîne û wiha domand: “Zagona bi hejmara 58 a ku di sala 2017’an de hatiye derxistin, di nava xwe de hukmên li dijî kesên ku jin û zarokên keç qetil dikin dihewîne. Li gorî vê zagonê hikumet mecbûr e jinên rastî şîdetê hatine hem di warê tendirustî û derûnî de destek bide wan hem jî wan biparêze.”

‘Destkeftiyên jinan di bin gefan de ne’

Îsra Montaser bal kişand ku destkeftiyên jinên Tûnisê di bin gefan de ne, bang li komeleyên jinan kir ku ji bo mafên heyî werin girtin û zagon werin pêkanîn têkoşîna xwe bidomînin.

Aktivîsta feminist Rahma Aidoudî jî bal kişand ku darizandina bersûcê Rifqa Charnî qetil kiriye doza yekemîn a zagona 58 e û got ku ji bo pêşîgirtina qetilkirina jinan hebûna rêgeza hesabdayînê girîng e. Rahma Aidoudî da zanîn ku li Tûnisê li ser mafên jinan gef hene û got ku ew ji ber paşketina destkeftiyên ku tevgera femînîst bi dehan salan li Tûnisê bi dest xistibûn bi fikar e.

Rifqa Charnî, beriya ku were qetilkirin der barê hevjînê xwe yê ku li şîdetê dikir de gelek caran gilî kiribû lê tu encam negirtibû.