Danişîna doza parêzer Gurbet Ozbey hate taloqkirin

Danişîna doza parêzer Gurbet Ozbey ku li ser îfadeyên şahidê eşkere Umît Akbiyik tê darizandin hate taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Danişîna ewil a doza ku parêzera Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Gurbet Ozbey ji ber îfadeyên şahidê eşkere Umît Abiyik bi îdaya "emdamtiya rêxistinê" tê darizandin hat lidarxisitn. Danişîn li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin û di danişînê de Gurbet Ozbey û parêzerên xwe Abdullah Zeytun, Mehdî Ozdemîr û Muhlîs Ogurgul amade bûn.  Gelek parêzerên OHD û Baroya Amedê jî danişîn şopandin.

Di danişîna ku bi tespîtkirina nasnameyê destpê kir de Gurbet Ozbey parastina xwe kir û sûcdariyên derbarê xwe de qebûl nekir. Gurbet Ozbey diyar kir ku xebatên wê yên pişeyî tên krîmînalîzekirin û got: “Ez beraeta xwe dixwazim.”

Parêzerên Gurbet Ozbey ku parastin kirin diyar kirin ku lêpirsîn bêyî destura Wezareta Dadê hatiye destpêkirin û ji ber vê ne li gorî usulê ye. Parêzeran daxwaza beraeta Gurbet Ozbey kirin.

Dadgeha ku biryara xwe ya navberê eşkere kir, xwest ku şahid di danişîna bê de amade be û danişîn taloqî 12'ê Îlonê kir.