Danişîna doza Dayikên Şemiyê dê bê dîtin

Dayikên Şemiyê yên ji çalakiya 700’emîn tên darizandin û cara duyem derdikevin pêşberî dadger, beriya danişînê li ber Edliya Stenbolê daxuyanî dan û got: “Em ê qet û qet dev ji doza zarokên bernedin.”

Stenbol - Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de xwestin li Meydana Galatasarayê daxuyanî bidin û li aqûbeta xizmên xwe bipirsin. Polîsan mudaxileyî dayikan kiribû û 46 mirovên şemiyê binçav kiribûn. Doz li wan hatibû vekirin. Danişîna 2’yemîn a doza Dayikên Şemiyê li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê tê lidarxistin. 
Dayikên Şemiyê beriya danişînê li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Zuleyha Gulum, parlamenterên CHP’ê Alî Şeker û Sezgîn Tanrikûlû, rêveberên baroyên Stenbol, Amed, Wan û Enqereyê, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û gelek hunermend û nivîskaran beşdarî daxuyanî û danişîna dayikan bûn û piştevaniya wan kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ya ji vê dozê tê darizandin lêgerîna me ya heqîqet û edaletê ye” hat vekirin. 
Xwişka nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê hatibû revandin û qetilkirin, Ayşe Tepe li ser navê Dayikên Şemiyê daxuyanî da. Ayşe Tepe destnîşan kir ku 850 hefte ne dayik li ewladên xwe digerin û got: “Hûn hezar dozan jî vekin, em ê dest ji lêgerîna xwe ya heqîqet û edaletê bernedin. Em ê her daxwazên xwe bînin ziman. Em ê qet têk neçin û li ber xwe bidin. Wê nikaribin dengê me qut bikin. “Em ê qet û qet dev ji qîrkirina zarokên me li ku ne bernedin.”
Pişt re rêveberên baroyên Wan, Amed û Stenbolê jî axivîn û destnîşan kirin ku ew ê dozê bişopînin. Li dû daxuyaniyê girse ji bo beşdarî danişînê bibe derbasî avahiya edliyeyê bû.