Danişîna doza Aysel Tûglûk hat taloqkirin

Danişîna doza nû ya der barê siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a ji ber nexweşiya demansê hatibû berdan, hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Der barê Aysel Tûglûk a ji ber dermankirina wê ji ber nexweşiya demansê cezayê wê hat taloqkirin, ji dosyaya ku di girtîgehê de ye, piştî ku hat berdan, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê ye" doz hat vekirin.   

Parêzeran bi hinceta beşdarî rûniştina li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê nebûn. Di danişînê de der barê daxwaza parêzeran a ji bo rawestandina rûniştina doza Aysel Tûglûk a ji ber nexweşiya wê ya di danişîna berê de biryara girtinê nehat dayîn. Dadgehê der barê daxwaza tevlîbûna doza Aysel Tûglûk a li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê û doza ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de biryar da ku li benda encama 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bimîne. Rûniştin taloqî 23'ê Mijdarê hat kirin.