Danişîna Çaglar Demîrel taloqî 23’yê Gulanê bû

Rûniştina danişînê ya parlamentera HDP’ê a Amedê ya berê Çaglar Demirel taloqî 23’yê Gûlanê bû.

Enqere – Rûniştina doza parlamentera HDP’ê a Amedê ya berê Çaglar Demirel bi iddiaya "Heqareta li serokomar" jê dihat darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Parêzerê Çaglar Demîrel Serdar Çelebî li rûniştinê amade bû. 

Parêzerê Çaglar Demîrel da zanîn ku divê Çaglarê demildest bê beratkirin. Meqama iddiayê jî daxwaz kir kêmasiyên dosyayê bên temamkirin. 

Di rûniştina Serokwekîla HDP'ê ya berê Çaglar Demirel de şandeya dadgehê daxwazên parêzer qebûl kir û rûniştin taloq kir.  Rûniştin taloqî 23'yê Gulanê bû.