Daneyên tundiyê a meha Îlonê: 32 jin hatin qetilkirin

Li gorî daneyên JINNEWS’ê yên di meha Îlonê de komkujî û tundiya li ser jinan hatiye kirin, 32 jin û 3 zarok hatine qetilkirin; Mirina 22 jin û zarokek bi guman hat dîtin.

Navenda Nûçeyan - JINNEWS'ê daneyên xwe yên tundiyê yên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê di çapemeniyê de hatine weşandin parve kir. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku tenê beşeke daneyan cih girtiye, hat destnîşankirin ku wêneya tundiyê her ku diçe zêde dibe.  Bi taybetî li herêmên erdhejê bûyerên şîdetê bi lez zêde bûne û sedema vê jî nebûna mekanîzmayên sewqê û pêşîlêgirtina tundiyê ye.

Sûcdar mêrê herî nêzî wan in

Di meha Îlonê de 32 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û zarokek bi guman jiyana xwe ji dest dan, 1 jin jî rastî hewldana qetilkirinê hat. Ji van jinan 12 zewicî, ​​5 jê hevberdayî, 1 hevalê berê, 2 nas, 4 hevberdayî, 1 birazî, 1 kur, 1 zavayê berê û 1 jin ji aliyê mêrê ku bi xwişka wê re pêwajoya hevberdanê debû. Yek ji wan ji aliyê zilamekî ku ne nas hat qetilkirin. Nêzîkbûna jinekê ji kiryar nediyar e.