Daneyên fermî yên tundiya li dijî jinan û bûyerên hatine jiyîn hev nagirin
Daneyên tundiyê yên Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Tundîtûjiya Li Hemberî Jinan û Malbatê ya Herêma Kurdistanê û yên ku ajansa me ji nûçeyên li ser ragihandinê hatine belavkirin tomar kirine hev nagirin.
Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Tundîtûjiya Li Hemberî Jin û Malbatê ya Herêma Kurdistanê daneya tundîtûjiya di sala 2022’yan de eşkere kir. Li ser navê rêxistinê Fînik Şefîq bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2022'yan de 44 jin hatine qetilkirin. Lê belê der barê kuştina jinan de daneyên ku aşkere kirine, yên ajansa me ji agahiyên ku ji ragihadinê tomar kirine ji hev gelek cuda ne.
Di daneyên fermî de guman hene
Li ser navê Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Tundîtûjiya Li Hemberî Jin û Malbatê ya Herêma Kurdistanê Fînik Şefîq ragihand ku di sala 2022’yan de li Herêma Kurdistanê 44 jin hatine qetilkirin. Lê li gorî daneyên ku ajansa me tomar kirine di nav sala 2022’yan de 73 jin hatine qetilkirin an jî neçarî xwekuştinê hatine kirin. Cudahiya daneyên qetilkirinê bi vê rêjeyê gelek guman tê de heye û tundîtûjiya li hemberî jinan berdewam dike.
Rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Li Dijî Tundîtûjiya Li Hemberî Jin û Malbatê ya Herêma Kurdistanê Fînik Şefîq di daxuyaniyê de diyar kir ku di sala 2022’yan de 15 hezar û 897 dosyayên tundîtûjiya malbatî li saziya wan hatiye tomarkirin ku ji vane 15 hezar û 160 tundîtûjiya beramberî jinan bû û û 459 jî dosyayên taybet ên malbatan bûn. Her wiha heta niha 4 hezar û 946 dosya tên lêkolînkirin û 8 hezar û 643 dosya hatine çaresekirin û ji van 2 hezar û 605 ji bo dadgehê hatine şandin.
Fênik Şefîq destnîşan kir ku salane cure û şêwazên tundîtûjiyê hatiye guhertin û daneyên tundîtûjiya beramberî jinan yên sala 2022’an wiha rêz kir:
Tundîtûjiya fizîkî (lêdan) 3 hezar û 515 bûyer,
Şerkirin 3 hezar û 403 bûyer,
Gefxwarin û tacîza li dijî jinan 2 hezar û 609 bûyer,
Xapandina di zewacê de ango bêsedaqetî 539 bûyer,
Tundîtûjiya devkî 420 bûyer,
Xapandin 267 bûyer,
Ji malderxistina jinan 432 bûyer.
Fînik Şefîq eşkere kir ku par 2 hezar û 555 jinan serî li Navenda Şêwirmendiya Malbatê dane û ji 7 hezar çalakiyên hişyariya li hemberî tundîtûjiyê hatine kirin. Ji ber tundîtûjiyê biryara girtina 4 hezar û 437 kesan hebû ku 3 hezar û 561 bersûcên şîdetê hatine girtin.