DAIŞ’ê Seda û Hind qetilkirin

DAIŞ’ê qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê ya ser bi bajarê Hesekê yê Bakur Rojhilatê Sûriyê – Rojava Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr girt ser xwe.

DAIŞ’ê qetilkirina hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê ya ser bi bajarê Hesekê yê Bakur Rojhilatê Sûriyê – Rojava Seda Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr girt ser xwe.
Navenda Nûçeyan - Hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê ya ser bi bajarê Hesekê yê Bakur Rojhilatê Sûriyê – Rojava Seda Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr 22’ê çile ji aliyê kesên nasnama wan nediyar ve hatibûn revandin. Çeteyên DAIŞ'ê bi daxuyaniyek fermî li ser malpera xwe weşandiye revandin û qetilkirina her du jinan girtine ser xwe.
Meclisa Jinan a Sûriyê û Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyên cûda qetilkirina Seda Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr şermezar kirin û banga baldariya li hemberî êrîşên ser jinên pêşeng li peyîwendîdaran kirin.
Di daxuyaniya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de van nirxandinan cîh girt: "Armanc ji vê yekê hedefgirtina projeya neteweya demorkatîk û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşengtiya wê dikin ku bi keda bi hezaran şehîdên ji hemû pêkhateyan hatiya damezirandin ku li xweşiya dijminên mirovahiyê û gelan nayê. Em vê kiryara terorîst a hovane li dijî jinan û li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û bang dikin ku li hember planên ku jinan dikin hedef hişyar û balder bin. Jin pêşengtiya guhertinê dikin û dikarin di hemû qadan de gelek destkeftiyan bi bidest bixin û ji hemû jinên cîhanê re bibin mînak."
‘Armanc belakirina hêza jinê ye’
Di daxuyaniya Meclisa Jinan a Sûriyê de bal hat kişandin ser tundiya li ser jinan û ev tişt hate gotin: "Şerê ku li Sûriyê ru dide ziyanên mezin gihandin jinan. Rola jinan di dan û standin ên ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê têne lidarxistin zêdetir aktîfe. Ji ber ku jin fatora herî mezin a şer û aloziyê dide. Hedefkirina jinên çalakvan tundiyeke plankirî ye, armanc ew e ku hêza jin a bedenî, hişmendî û derûnî ji hev bela bikin.” 
Meclisê banga hesabxwestinê ji sûcdara kir. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxisitnên hiqûqî kir ji bo bidawîkirina sûc û tundiya li ser jinan bixebitin.
Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan ên Bakur Rojhilatê Sûriyê û jinên Şamê jî bi daxuyaniyên cuda qetilkirina her du jinan şermezar kirin û biriyardariya xwe ya ji bo bilindkirina têkoşînê nîşan dan.