DAIŞ’ê li Efganistanê 3 jinên xebatkarên çapemeniyê qetilkir

DAIŞ’ê berpirsyartiya qetilkirina 3 jinên xebatkarên çapemeniyê yên ku di Televîzyona Enikass a Efganistanê de dixebitîn girt ser xwe

Navenda Nûçeyan- Sê jin xebatkarên televîzyona xwecihî ya Efganistanê Enikass duh li herêma Nangarhar dema ji kar ber bi malên xwe diçûn di êrişê de hatin kuştin. Li gorî Rêveberê Televîzyona Enikass TV Zalmay Letîfî her sê jin di du êrişên cuda de li gel ajokarên xwe, dema ji cihê kar vedigeriyan malê hatin qetilkirin. Van hersê jinan li televîzyonê karê dublajê dikirin. Berdevkê Nexweşxaneya Herêma Nengerhar Zahîr Adil ragihand ku cenazeyê hersê jinan gihîştine nexweşxaneyê û di bûyerê de 2 jinên din jî birîndar bûne.
DAIŞ’ê berpirsyartiya qetilkirina her sê jinên xebatkarên çapemeniyê girte ser xwe.
Ji berî sê mehan jî rojnamegerek jin a heman kanalî ya bi navê Melale Meyodin ku di heman demê de aktîvîstek mafê jinan bû ji aliyê DAIŞ’ê ve hate kuştin.
Li gorî rapora Komîteya Praastina Rojnamegerên Efganî (CPJ) di sala 2020’an de 7 rojnameger hatine kuştin. Di destpêka sala 2021’an de rojnamegerek hatiye kuştin.