DAIŞ’ê êrîşa ku li Pakistanê pêk hat girt ser xwe

DAIŞ’ê berpirsyariya êrîşa ku di kongreya Partiya Ulemayê a Îslamî ya li Pakistanê de 56 kes mirin, girt ser xwe.

Navenda Nûçeyan- DAIŞê berpirsatiya êrîşa li ser kongreya Partiya Ulemayên Îslamî (JUI-F) ku yek ji hevkarên hikûmeta hevpeymaniyê ye, li parêzgeha Xyber Paxtunkhwa ya Pakistanê girt ser xwe. Di postekê de li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal, DAIŞ’ê ragihand ku wê berpirsatiya êrîşê girte ser xwe.

Li gor nûçeya Reutersê, hat ragihandin ku di êrîşa xwekujî de hejmara miriyan derket 56an. Di êrîşê de nêzî 200 kes birîndar bûn. Di êrîşa ku çend saet beriya hatina Alîkarê Serokwezîrê Çînê He Lifeng a Pakistanê pêk hat de 3 kes hatin binçavkirin.